PeyamaKurd - Serokê Tîma Danûstandinan a Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf ragihand ku, her danûstandineke paşerojê ya ligel Washingtonê dê bi tundî pabendî "xetên sor" ên Tehranê be.
Qalîbaf destnîşan kir ku tevî lihevkirina nû ya ji bo bidawîanîna aloziyan, welatê wî qet dest ji berjewendiyên xwe yên niştimanî bernade.
Li gorî nûçeya Ajansa Fermî ya Îranê (IRNA) ku îro 19ê Hezîranê hatiye belavkirin, Qalîbaf hişyarî daye û gotiye: "Eger dijmin bixwaze zêdegaviyê bike, me selimandiye ku tiliya me li ser tetikê ye û em di dayîna bersiveke tund de dudilî nabin."