Qeter: "Divê Îsraîl ji ber sûcên xwe hesab bide"

PeyamaKurd - Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed bin Ebdulrehman El Thanî got ku "êrîşa hovane ya Îsraîlê li Dohayê nîşan dide ku armanca Îsraîlê ew e ku li herêmê bêîstîqrariyê çêke."
El Thanî di civîna amadekariyê ya Civîna Awarte ya Rêxistina Hevkariya Îslamî (OIC)-Kombûna Ereban de ku li Dohaya paytexta Qeterê ji bo nîqaşkirina êrîşa Îsraîlê ya li ser Qeterê pêk hat, daxuyanî da.
El Thanî destnîşan kir ku Îsraîlê sivîl, karmendên ewlehiyê, mîsyonên dîplomatîk û dibistanên ku zarok lê bûn hedef girtiye û got, "Ev êrîşa hovane nîşan dide ku Îsraîl xetên sor nas nake û armanc dike ku li herêmê bêîstîqrarî biafirîne."
El Thanî diyar kir ku hikûmeta Îsraîlê bi redkirina çareseriyên aştiyane berdewam dike ku çembera şer li herêmê fireh bike. Wî bi bîr xist ku Îsraîlê ev êrîş di dema danûstandinên ji bo agirbesta li Xezzeyê û berdana girtiyan de pêk aniye û tekez kir ku ev yek bi zelalî niyeta Îsraîlê ya astengkirina destpêşxeriyên aştiyane nîşan dide.
El Thanî got, "Dem hatiye ku civaka navneteweyî dev ji standardên dualî berde û Îsraîl ji ber sûcên xwe hesab bide." Wî tekez kir ku rola Qeterê wekî navbeynkar hem destûrî, hem mirovî û hem jî exlaqî ye û diyar kir ku welatê wî wê li kêleka Misir û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hewldanên agirbestê bidomîne.
El Thanî zêde kir ku ew daxuyaniyên civaka navneteweyî yên ku Îsraîlê şermezar dikin û piştgirî didin serweriya Qeterê pêşwazî dikin, û herwiha daxuyaniya ku ji hêla Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ve hatî dayîn teqdîr dikin.





