HSD: Hêzên me li çemê Firatê rastî êrîşa hêzên Şamê hatin

HSD: Hêzên me li çemê Firatê rastî êrîşa hêzên Şamê hatin

PeyamaKurd- Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku îro Yekşemê hêzên wan dema xwestine rêgiriyê li qaçaxçîyan bikin, rastî êrîşa hêzên girêdayî hikûmeta Sûriyê hatine.

HSDê bi daxuyaniyekê ragihand, "Îro, Yekşem, 14ê Îlonê 2025 saet di 09:00'an de, li gundê Dîrnec a li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê, li nêzî Pira El-Eşara, hêzên me yên ku li ser peravên çemê Firatê bicih bûbûn, rastî êrîşa rasterast a komên çekdar ên girêdayî hikumeta Şamê hatin. Hêzên hikumeta Şamê derbasbûna komên qaçaxçî bi riya çemê Firatê misoger dikirin."

Herwiha HSDê teqez nekir ka gelo Hêzên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê (SNA) ku Tirkiye piştevaniya wê dike, hewl dane êrîşî baregehên HSDê yên li gundê Mardûd ê li gundewarê rojavayê Girê Spî bikin.

Ev nivîs 119 car hatiye xwendin.