Li Özbekistanê mehkûmên pirtûk bixwînin wê zû tehliye bikin

PeyamaKurd – Li welatê Özbekistanê qanûnekî nûh derxistin û diqanûnê de dibêje her mehkûmê ku pirtûk bixwîne wê zûtir tehliye bibe. Lîstekî ji bo pirtûkan amade kirine û her kî wan pirtûkan bixwîne û ji wan fêm bike, wê cezayê wan ji bo her salekî 30 roj kêmtir bikin. Lê evqanûn ne ji bo temamê mehkûma ye.
Mehkûmên ku cezayê muebbed dane wan, ne di nav lîstê de ne. Lê rayedar dibêjin ku wê 13.500 mehkûm ji qanûn fêde bibînin. Wezîrê karên navxwe yê Özbekistanê Şahrizod Şokirov ragihand ku qanûn li gor qanûnên hinek welatan mînak girtine, amade kirine û got:
“Li Brezîlyayê her mehkûmekî ji bo her pirtûkekî bixwîne 4 roj cezayê wî dadixin. Li Îtalya û Bolîvyayê sîstemekî weka vê sîstemê heye. Me jî sîstemê li gor qanûnên xwe li hev anî.”
Xwendina pirtûkan tenê têr nake, divê mehkûm bikevin ezmûnê û îsbat bikin ku pirtûka xwendine fêm kirine. Komîsyona ezmûnê wê ji rêvebiriya zîndanê, konseyên cîh û ji nûnerên civaka sîvîl pêk were. Kesên ezmûnê qezenc bikin, wê mafê kêmkirina ceza heq bikin.
Pisporê perwerda navendî û derûnî yê Komarê Begmat Ochilov armanca qanûn weha ragihand:
“Xwendin derfeta li xwepirsînê û fêmkirina kesên din dide mehkûman. Ev destekê dide pêşdeçûna exlaqî û hem ber lê digre ku di pêşde kes sûcekî dinê neke.”
Di lîsta pirtûkan de ku bo mehkûman hatiye amadekirin, wêjeya Özbekistanê û klasîkên dinyayê hene. Di nava berheman de berhema Ernest Hemingway ya bi navê ‘Masîvanê Extiyar û Derya’, berhema Franz Kafka ya bi navê ‘Doz’, berhema Ray Bradbury ya bi navê Fahrenheit 451 û berhemên weka wan hene.
Piraniya pispor û hûqûqnasan qanûn ecibandin lê rayedar dibêjin ku ev sîstem ji dana cezayê zêdetir nîşana bingeha perwerdê ye.
Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.




