Li Xurmatûyê teqe li binkeya PDKê hate kirin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku derengiya şevê sê kesan di timbêlekê de li bajarokê Xurmatûyê teqe li binkeya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir.
Berpirsê Navçeya Xurmatûyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Îsmaîl Delo ragihand, “Sê kesên serxweş di timbêleke Toyota Land Cruiser de bûn û teqe li navçeyê kirin.”
Îsmaîl Delo daye zanîn ku kesên ku teqe kirine hatine naskirin û du ji wan hatine girtin.
Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.




