Sudanî li dijî Îsraîlê banga tifaqeke Îslamî kir

Sudanî li dijî Îsraîlê banga tifaqeke Îslamî kir

PeyamaKurd- Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, banga avakirina “Tifaqeke Îslamî” li dijî Îsraîlê kir û got: “Ti astengî li pêşiya welatên Îslamî tune ye ku ji bo parastinê tifaqeke hevpar a wan hebe.”

Sudanî derbarê êrîşa Îsraîlê ya li ser paytexta Qeterê Dohayê de axivî û êrîş şermezar kir.

Sûdanî, banga avakirina “Tifaqeke Îslamî” li dijî êrîşên Îsraîlê kir û diyar kir, ji bo têkoşîna li hemberî vê metirsiyê divê welatên Îslamî tifaqeke siyasî, ewlehî û aborî îlan bikin.

 Sûdanî got: "Ji bo welatên Îslamî ti astengî tune ye ku ji bo parastinê xwedî hêzeke ewlehiyê ya hevpar û tifaqekê bin."

Li Dohayê çi qewimîbû?

Îsraîlê 9ê Îlonê êrîşeke hewayî biribû ser paytexta Qeterê Dohayê û heyeta Hemasê ya ku li hatibû ba hev, kiribû hedef. Di daxuyaniya Hamasê de hat gotin ku di encama êrîşê de 5 endamên Hemasê, di nav de kurê Rêberê Xezeyê Xelîl el-Heyya û 1 personelê hêzên ewlehiyê yên Qeterê can dane. Herwiha hatibû gotin, hewldana sûîqesta li ser heyeta Hemasê bi ser neketiye.

Piştî êrîşê, ji civaka navneteweyî bertekên li pey hev hatin û gelek welatan, di nav de Brîtanya, Fransa, Almanya û Kanada, êrîşa Îsraîlê şermezar kirin. Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (NY) daxuyaniyek belav kir û bêyî navê Îsraîlê bide êrîşa li Dohayê şermezar kir.

Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.