Erdoğan, Patrîkê Qudsê yê Ortodoksên Rûman qebûl kir

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan patrîkê dêra Qudsê yê Rûm ên 0rtodoksan Teofilosê 3em li bajarê Îstenbolê qebûl kir.
Di qebûlê de li ser êrîşên Îsraîlê û rewşa mirovî axifîn. Erdoğan got ku li bajarê Qudsê kiryarên Îsraîlê zerarê didin demografiya Qudsê û pîroziya Qudsê. Tehdîda pêkvejiyana Cihû, Misilman û Xîrîstiyanan ya li bajarê Qudsê dike.
Erdoğan her weha behsa êrîşa dawiyê ya Îsraîlê ya ser Qatarê ya ser lîderên Hamasê kir û got ku îsraîl aştiyê naxwaze. Erdoğan xwest ku li ser axa di bin kontrola Îsraîlê de mîrasa Misilmanan û Xîrîstiyanan bê parastin.
Di hevdîtina patrîk ya bi Erdoğan re Hakan Fidan, Burhanettin Duran û Akif Çağatay Kılıç jî amade bûn.
Ev nivîs 100 car hatiye xwendin.




