Rêbiwar Talebanî: Pêvajoya Erebkirinê li Kerkûkê gihîştiye lûtkeyê

Rêbiwar Talebanî: Pêvajoya Erebkirinê li Kerkûkê gihîştiye lûtkeyê

PeyamaKurd – Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Rêbiwar Talebanî, tabloyek tarî li ser rewşa Kerkûkê û herêmên din ên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê xêz kir û ragihand ku bajar bi awayekî sîstematîk ji nasnameya xwe ya Kurdî tê bidûrxistin. Talebanî diyar kir ku ji bûyerên 16ê Cotmeha 2017an û vir ve, Kerkûk ketiye bin rêveberiyeke "nedestûrî û neqanûnî" ku tê de "tu azadî ji bo Kurdan nemaye" û bajar veguheriye "baregeheke leşkerî".

Lezkirina li polîtîkayên guhertina demografiyê

Li gorî Talebanî, pêvajoya erebkirinê, ku xwedî paşxaneyeke dîrokî ya dirêj e û di sala 1921ê de dest pê kiriye, piştî sala 2017an bi awayekî metirsîdar lez bûye. Wî da zanîn ku beriya sala 2003ysn, di dema rejîma Baesê de, zêdetirî 200 hezar Ereb li Kerkûkê hatibûn bicihkirin, lê piştî destwerdana artêşa Iraqê û Heşda Şeibî di 16ê Cotmehê de, ev pêvajo "du heta sê qat" zêde bûye. Talebanî got, "Taxeke nû ku dişibe desthilatdariya 35 salan a Baesê li Kerkûkê hate avakirin û Ereb li wir hatin bicihkirin," û bi vê yekê bal kişand ser berdewamiya heman polîtîkayên kevn. Rewşa heyî wisa tê pênasekirin ku "xelkê resen ê bajêr mîna mêvanan in, û kesên biyanî bûne xwedî." Ev yek nîşan dide ku Kurd li bajarê xwe hest bi bêxwedîbûn û zextê dikin.

Bêhêvîbûna ji Madeya 140ê û hikûmeta Bexdayê 

Di beşeke giring a axaftina xwe de, Talebanî bi awayekî eşkere bang li Kurdan kir ku êdî hêviya xwe bi Madeya 140 a Destûra Iraqê ve girê nedin. Wî got, "Divê em li benda bicihanîna vê madeyê nemînin," û sedema wê jî wisa anî ziman:

"Hikûmeta Iraqê baweriya xwe pê nayîne û ger derfet bibîne dê wê betal bike."

Talebanî bi bîr xist ku li gorî destûrê, diviyabû ev made heta dawiya sala 2007an bihata cîbicîkirin û ger ne wisa bûya, diviyabû ew herêm "ji ber rewşa fiîlî" wek beşek ji Kurdistanê bihata qebûlkirin. Talebanî aliyên Ereb ên li Iraqê wek "nijadperest" bi nav kir û got ku ew bi riya piranîya xwe ya li parlamentoyê "dîktatoriyeke federal û parlemanî" ava kirine. Wî amaje pê kir ku 63 parlamenterên Kurd li hember zêdetirî 263 parlamenterên Ereb, ku di mijara Kerkûkê de xwedî stratejiyeke hevpar a dijber in, nikarin tu biryarekê derbas bikin.

Qanûnên ku bi tenê li ser kaxiz dimînin

Wek mînakeke berbiçav a vê bêhêvîbûnê, Talebanî behsa qanûneke ku di 21ê Çileya heman salê de ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve ji bo vegerandina milk û zeviyên desteserkirî ji xwediyên wan ên rewa re hatibû derxistin, kir. Tevî ku ev qanûn wek gaveke erênî dihat dîtin, Talebanî tekez kir ku ew hîn nehatiye bicihanîn. Wî da zanîn ku eger ev qanûn bi awayekî rast bihata pêkanîn, diviyabû zêdetirî 300,000 donim erd tenê li Kerkûkê, ku di çarçoveya Madeya 140an de ne, ji bo cotkarên Kurd û Tirkmen ên ku xwediyên wan ên eslî ne,  bihata vegerandin. Li gorî şêwirmendê serokwezîr, astengiya sereke ne nebûna qanûnan, lê nebûna niyeta siyasî ye. Wî got, "Derfetek ji bo rêkeftinê bi Erebên nijadperest re tune ye ji ber ku niyeta wan a sivîl tune ye; tenê fikara wan dagirkerî ye. Ji ber vê yekê, siyaset û dîplomasî bi wan re bêkêr in."

Çareserî: Yekrêziya Kurdan û helwêsteke nû ya li hemberî Bexdayê 

Li hember vê rewşa girtî, Rêbiwar Talebanî rêya derketinê di stratejiyeke nû ya Kurdî de dibîne. Wî bi tundî bang li hemû partiyên siyasî yên Kurdistanê kir ku nakokiyên navxweyî bidin aliyekî û li ser meseleya Kerkûkê bibin yek dest. "Ya yekem yekîtî û helwêsta hevpar a Kurdan e. Divê partiyên Kurd di armanca xwe ya vegerandina Kerkûkê bo Kurdistanê de bi israr bin," wî got. Pêşniyara wî ya herî radîkal ew e ku Kurd helwêsta xwe ya li hember hikûmeta federal a Iraqê ji nû ve binirxînin. Talebanî pêşniyar kir ku beşdarbûna di hikûmeta Bexdayê de bi şertekî were girêdan: "Ger destûr neyê cîbicîkirin, divê Kurd nebin beşek ji hikûmeta ku zilmê li wan dike." Bi gotineke din, divê Kurd rewatiyê nedin sîstemeke ku mafên wan ên destûrî binpê dike, da ku Bexda neçar bimîne ku guh bide daxwazên wan.

Di dawiyê de, Talebanî bi nîşandana hejmareke din a îstatîstîkî, kûrahiya pirsgirêkê raxist ber çavan. Wî anî ziman ku ji 1600-1700 biryarên Encumena Fermandariya Şoreşê ya rejîma Baesê, ku gelek ji wan rasterast bi guhertina demografiyê ve girêdayî ne, heta roja îro tenê 8 biryar hatine betalkirin, û ew 8 biryar jî nehatine bicihanîn. Ev yek, li gorî wî, delîla herî mezin e ku zîhniyeta li Bexdayê neguheriye û çareserî tenê bi helwêsteke nû û yekgirtî ya Kurdan mimkin e.

Ev nivîs 116 car hatiye xwendin.