Li Pakistanê operasyona ser Talîbanê: 12 leşker û 35 Talîbanî hatin kuştin

Li Pakistanê operasyona ser Talîbanê: 12 leşker û 35 Talîbanî hatin kuştin

PeyamaKurd – Artêşa Pakistanê nêzî ser sînorê Afganistanê avêt ser 2 ciyên hewandinê yên Talîbana Pakistanê û di encamê de 12 leşkerên Pakistanê û 35 çekdarên Talîbanê hatin kuştin.

Li gor ragihandina Pakistanê; di operasyona ewilî de avêtin ser devera Bajaurê û li wê derê 22 çekdarên Talîbanê kuştine. Di operasyona duyem de ya li Wezîrîstana Başûr de, 13 çekdarên Talîbanê hatine û 12 leşkerên Pakistanê hatine kuştin.

Rayedarên Pakistanê dibêjin ku Talîbana Pakistanê axa Afganistanê bikartîne û êrîşê Pakistanê dike û bang li Kabîlê dikin ku nehêlin Talîban axa wan bikar bîne.

Pakistan, kuştiyên Talîbanê bi ‘Xarîcî’ binav kir û got ku Hindistan wan destek dike. Lê ti nîşane nedan nîşandan ku Hindistan destekê dide Talîbanê û Hindistan desteka Talîbanê red dike.

Her çiqas Talîbana Afganistanê û Pakistanê ji hev cuda bin jî piştî sala 2021an ku Talîban li Afganistanê bû desthilat, Talîbana Pakistanê li ser axa Afganistanê xwe bicîh kiriye û êrîşên xwe yên li ser Pakistanê zêdetir kiriye.

Ev nivîs 132 car hatiye xwendin.