İHA ya Rûsyayê seha hewayî ya Romanyayê îhlal kir û F-16 ketin nav tevgerê

PeyamaKurd – Wezareta bergiriya Romanyayê ragihand di wexta êrîşa Rûsyayê ya ser Ûkraynayê İHAyekî Rûsyayê ketiye seha Romanya ya hewayî û ferman dane ku balafirên şer yên F-16 bi hewa bikevin û mudaxeleyê İHAyê bikin.
İHA ya Rûsyayê li qerexê çemê Tûnayê li devera Tulceayê tesbît kirine û berya ji radarê wenda bibe ber bi gundê Chilia Veche ber bi rojavayê başûrê wê de, bi 20 km yan çûye. İHA di ser jîngehan de neçûye û ji bo xelkê raste rast nebûye tehdîd.
Romanya, ragihandibû ku piştî şerê Rûsya-Ûkraynayê dest pêkiriye, perçên İHAyan gelek caran ketine ser deverên sînorê Romanyayê.
Îsal, parlementoya Romanyayê di wexta aştiyê de qanûnekî derxistiye ku İHAyên bikevin seha hewayî ya Romanyayê bixînin lê hêj qaîdeyên bicîhanînê nehatiye bicîhanîn.
Ev nivîs 100 car hatiye xwendin.




