Guhertina stratejîk a Amerîkayê: Gelo Iraq dibe qurbaniya pevçûna Îsraîl-Îranê?

PeyamaKurd – Pêngaveke yasayî ya li Washingtonê dibe ku hevsengiyên hêzê yên li Rojhilata Navîn bi awayekî dramatîk biguherîne û Iraqê bixe navenda aloziyeke nû. Malpera Amerîkî "Task & Purpose", ku bi analîzên xwe yên leşkerî tê nasîn, hişyariyê dide ku betalkirina destûra şer a sala 2002yan ji aliyê Kongresê ve, ne tenê gaveke sembolîk e.
Li gorî vê analîzê, ev biryar nîşana stratejiyeke nû ya Amerîkayê ye ku tê de Waşington hewl dide xwe ji pevçûnên rasterast ên li herêmê, bi taybetî li Iraq û Sûriyeyê, vekişîne. Lê belê, ev vekişîn ne tê wateya dawîhatina pevçûnan; berevajî, ew dikare rê li ber aktorekî din veke. Rapor amaje dike ku ev valahiya stratejîk dê "azadiyeke berfirehtir" bide Îsraîlê ku bi awayekî rasterast li dijî armancên Îranî yên li ser axa Iraqê tevbigere.
Bi gotineke din, tê pêşbînîkirin ku Iraq ji qada bandora rasterast a Amerîkayê derkeve û bibe meydana şerê wekaletê yê di asta herî bilind de di navbera Îsraîl û Îranê de, ku ev yek metirsiyên mezin li ser serwerî û aramiya Iraqê çêdike.
Ev nivîs 104 car hatiye xwendin.




