Şaredariya Diyarbekirê kursên Ermenkî û Suryankî vedike

Şaredariya Diyarbekirê kursên Ermenkî û Suryankî vedike

PeyamaKurd- Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, ji bo kursên zimên ên serdema payîzê dest bi wergirtina serlêdanan kir.

Hate ragihandin ku ji xeynî kursên Kurdî (zazakî-kurmancî) kursên ermenkî û suryankî jî li bernameyê hatine zêdekirin.

Divê kesên beşdarî kursên ku wê di periyotên sê mehan de bên lidarxistin ji 16 salî mezintir bin. Wê di her polekê de 25 kes beşdar bin û 5 jî yedek hebin.

Herwiha ji bo kesên ku dikarin Kurdî biaxivin lê nizanin bixwînin û binivîsin, dê bi zaravayê Kurmancî atolyeyên taybet ên xwendin-nivîsandinê jî bên lidarxistin.

Serlêdana kursan li ser malpera www.dismek.org.tr têne kirin.

Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.