Li Qibrisê sîstema parastina esmanî ya Îsraîlê Barak MX tê bicihkirin

PeyamaKurd- Medyaya Qibrisê ya aliyê Rûm ragihand ku beşek ji sîstemên parastina esmanî yên Barak MX ku Rêveberiya Qibrisa Başûr ji Îsraîlê kirîbû, di van rojên dawîn de bi rêya Bendera Lîmasolê gihîştine giravê.
Di vîdeoyeke ku di medyaya civakî de hatiye parvekirin de, hatiye dîtin ku wesayîtên mezin ên leşkerî di bin tedbîrên ewlehiyê de ji benderê derdikevin û ber bi herêmên hundirîn ên Giravê ve diçin. Lê belê, karbidestên Qibrisê derbarê vê mijarê de ti daxuyaniyeke fermî nedane.
Wezîrê Parastinê yê Başûrê Qibrisê Vassilis Palmas, berê di daxuyaniyên xwe de bal kişandibû ser guhertinên di hevsengiyên jeostratejîk ên li Deryaya Spî ya Rojhilat de û tekez kiribû ku bihêzkirina parastina esmanî pêwîstiyeke mezin e.
Palmas ragihandibû ku sîstemên Barak MX dê li Bingeha Hewayî ya Andreas Papandreou ya li Bafê û li Bingeha Deryayî ya Evangelos Florakis ya li Marî werin bicihkirin.
Ev nivîs 115 car hatiye xwendin.




