Hukumeta Sûriyê li Reqa û Hasekê hilbijartinê dike

Hukumeta Sûriyê li Reqa û Hasekê hilbijartinê dike

PeyamaKurd – Hukumeta Sûriyê biryarê da ku li bajarê Reqa û Hasekiyê hilbijartinê bike. Biryar ji aliyê Komîta Bilind ya ji Hilbijartinê berpirs de hat dayîn ku li bajarê Reqayê ku di bin kontrola Şamê de ye û li hinek deverên Hasekiyê hilbijatinan bike lê Suweyda ne di nav de ye.

Berdevkê Komîtê Nuwar Necima, ji bo SANAyê ragihandiye ku ev biryar:

“Piştî li Reqa û hinek deverên bajarê Hasekiyê yên di bin kontrola hukumeta Şamê de bi welatiyan re axifîne û biryara hilbijartinê dane.”

Lê Necima behsa deverên ku di bin kontrola HSDê de ne nekiriye. Necîma gotiye ku do li temamê deverên ku hilbijartin lê bibin seredana namzedan temam bûye, li her bajarî di asta pêkhateyan de seredan bûne. Bi taybetî namzedên jin bêhtirin.

Piştî seredana namzedan wê lîsta daleqînin an ku bigihînin raya giştî û eger îtîraz hebin wê bên kirin. Piştî îtîraz biqedin, wê encam bên ragihandin û dest bi pêvajoya hilbijartinê bikin.

Li her bajarê kontenjanên Ahmed Şara hene û welew hilbijartin nebin jî Şara dikare wan parlementeran destnîşan bike.

Her weha heya niha qanûna hilbijartinê li Sûriyê nîne û avakirina partiyan nebûye. Hilbijartin li ser kîjan esasî dibin, ne diyare.

Ev nivîs 68 car hatiye xwendin.