Li navça Bêgiriyê ji ber çêrandina heywanan kesekî hat kuştin û 4 kes birîndar bûn

Li navça Bêgiriyê ji ber çêrandina heywanan kesekî hat kuştin û 4 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Wanê li navça Bêgiriyê (Muradiye) li gundê Şîvekar (Ovapinar)ê di navbera du malbatan de ji ber çêrandina heywanan şer derket û di encamê de kesekî hat kuştin û 4 kes birîndar bûn.

Paşî ji ber kuştina bizanîn û qesdî 2 kes hatin girtin û wan şandin zîndanê.

Pevçûna navbera malbatan di 1ê êlûnê de qewimî bû û bi dar û heviran û çekan li hev xistibûn. Di pevçûnê de A.S. û Ö.S. bi kevir û daran û N.A., A.A. û R.A bi çekan birîndar bûbûn.

Dermankirina 4 birîndaran hêjî li nexweşxanê dewam dike lê birîndarê bi navê A.A. li nexweşxanê wefat kir.

Cendirme karibûn ew kesên ku ji kuştina mêr li wan digerin yên bi navên B.S. û Ş.S. li gundê xwe lê veşartibûn desteser bikin û wan piştî dadgehê bişînin zîndanê.

Ev nivîs 63 car hatiye xwendin.