Bi fermana Mesrûr Barzanî, erd li mamostayên Kurd ên Kerkûkê dê were belavkirin

PeyamaKurd – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, ferman da ku zevî li mamosta û karmendên Kurd ên sektora perwerdehiyê li Kerkûkê û deverên din ên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê were belavkirin. Ev pêngav weke piştgiriyeke giring ji bo van karmendan û tekezkirina li ser nasnameya Kurdistanî ya van deveran tê dîtin.
Rêveberê Xwendina Kurdî li Kerkûkê, Kameran Elî, ragihand ku nêzîkî 5 hezar û 841 mamosta û karmend dê ji vê biryarê sûd werbigirin. Elî diyar kir ku mamostayên Kurd li van deveran ji sala 2003an ve ji gelek maf û îmtiyazan bêpar mabûn.
Li gorî Kameran Elî, ev biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî nîşan dide ku Kerkûk wek beşek ji Kurdistanê tê dîtin û karmendên wê jî weke karmendên Hikûmeta Herêmê tên hesibandin. Wî herweha da zanîn ku komîteyên taybet 4 mehan li ser vê mijarê xebitîne û niha pêvajo gihiştiye qonaxa dawî.
Rêveberê Xwendina Kurdî eşkere kir ku Dîwana Encûmena Wezîran ew agahdar kirine ku fermana Serokwezîr dê bikeve meriyetê. Herweha cihê ku dê erd lê were belavkirin hatiye destnîşankirin û weke "cihekî baş ê Kurdistanê" hatiye wesifkirin.
Ev nivîs 71 car hatiye xwendin.




