Ji bo vekirina deriyê sînorî yê Rebîeyê yê Mûsil-Hesekê danûstandinan dest pê kir

Ji bo vekirina deriyê sînorî yê Rebîeyê yê Mûsil-Hesekê danûstandinan dest pê kir

PeyamaKurd – Serokê Komîsyona Ewlehiyê ya Encumena Parêzgeha Mûsilê, Mihemed Kakeyî, ragihand ku ji bo ji nû ve vekirina deriyê sînorî yê Rebîeyê ku parêzgeha Mûsilê û ya Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê bi hev girêdide, danûstandin di navbera dezgehên îstîxbarata her du welatan de dest pê kirine.

Deriyê sînorî yê Rebîeyê ku dikeve navçeya Rebîeyê ya Mûsilê û nêzîkî 120 kîlometre dûrî navenda bajêr e, ji sala 2014an ve ji ber êrîş û kontrola DAIŞê girtî bû.

Kakeyî da zanîn ku ji aliyê Iraqê ve hemû amadekarî ji bo vekirina derî hatine kirin û niha ew li benda razîbûna aliyê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ne. Wî tekez kir ku "Beşa deriyê sînor a li aliyê Mûsilê amade ye."

Vekirina vî deriyê sînorî weke gaveke giring ji bo vejandina tevgera bazirganiyê ya di navbera her du welatan de tê dîtin. Li gorî Kakeyî, ev yek dê bandoreke mezin û erênî li ser çalakiyên aborî bike.

Wek beşek ji amadekariyan, di 7ê Îlonê de, rêya 16 kîlometreyî ya di navbera herêma Keskê ya Mûsilê û navçeya Rebîeyê de ji nû ve hatibû vekirin.

Mihemed Kakeyî her weha destnîşan kir ku her çend parêzgeha Hesekê di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de be jî, hêzên wan li nêzîkî xala sînorî bi cih nebûne.

Ev nivîs 66 car hatiye xwendin.