Îdîa: Îlham Ehmed dê beşdarî Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bibe

PeyamaKurd – Îdiayên derbarê beşdarbûna Îlham Ehmed, weke nûnera Rojavayê Kurdistanê di 80emîn Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de, di rojevê de ne. Ev agahî heta niha ji aliyê tu çavkaniyeke fermî ve nehatiye piştrastkirin.
Li gorî rojnamevan Sarkis Kassargian, tê gotin ku hin endamên Kongresa Amerîkayê berê hewl dane ku ji bo beşdariya Ehmed di civînê de, erêkirina serokê wê demê yê Amerîkayê Donald Trump wergirin.
Ger ev îdîa rast be, ew ê di siyaseta Dewletên Yekbûyî ya li Sûriyeyê û di têkiliyên wê yên bi Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re bibe geşedaneke pir giring. Beşdarbûneke bi vî rengî dikare weke gaveke ber bi naskirina siyasî ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li qada navneteweyî were dîtin.
Tê payîn ku pêngaveke weha bibe sedema bertekên tund ji aliyê hikûmetên Şam û Enqereyê ve. Hem Tirkiye û hem jî hikûmeta Sûriyeyê li dijî statuya Rêveberiya Xweser in, û beşdarbûna nûnereke wê ya di platformeke weke Neteweyên Yekbûyî de, dikare aloziyên dîplomatîk ên li herêmê zêdetir bike.
Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.




