HSD: Hêzên Şamê êrîş kirin, me bi tundî bersiv da

PeyamaKurd- Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku hêzên Şamê hewl dane derbasî herêmên wan bibin û bi tundî bersiva wan hatiye dayîn.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daye xuyakirin, komek çekdarên girêdayî hikumeta Şamê hewl daye bikeve herêma Dêr Hafir û top avêtine. Hêzên HSDê bi tundî bersiva hewlên ketina nava herêmê dane û ew hewldan têk birine.
HSDê diyar kir, aliyê ku hewl daye bikeve herêmê û binpêkirin kirine berpirsê van êrîşan in û gefan li aramiya giştî dixwin.
Herwiha hate gotin, rewş bi giştî di bin kontrolê de ye û ew her tim amade ne bersivê her êrîşekê bidin.
HSDê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew pabendî erka xwe ya niştîmanî ya parastina xakê û gelê xwe ne û her hewldaneke êrîş û binpêkirinê wê rastî bersiveke tund were.
Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Ferhad Şamî jî derbarê mijarê de ji rojnamevanan re eşkere kir ku rewş aram e, lê derbarê ziyanên êrîşê û bersiva wê de ti agahî nedan.
Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.




