Betalkirina Fona Teqawidiyê li Iraqê bû sedema fikaran: "Gaveke xeternak e"

PeyamaKurd – Aborînasên Iraqî derbarê biryara hikûmetê ya ji bo betalkirina Mûçeyê Teqawidiya Karmendên Dewletê de hişyariyên tund didin û vê yekê weke "gaveke xeternak" bi nav dikin ku mafên bi hezaran teqawidbûyan dixe metirsiyê. Fikar zêde bûne, bi taybetî piştî ku di du mehên dawî de dayîna mûçeyên teqawidiyê bi derengî ketiye.
Derengketina mûçeyan û metirsiyên pêşerojê
Aborînas Hîlal el-Taan ji ajansa Şefeq Newsê re ragihand ku yek ji encamên yekser ên betalkirina fonê, derengketina dayîna mûçeyan e. Wî hişyarî da û got, "Heta ku Wezareta Darayî û Desteya Teqawidiyê tedbîrên berbiçav negirin û bernameyeke zelal ji bo dayînan diyar nekin, dibe ku di mehên pêş de jî ev derengketin bidomin."
Tevlihevî û kêmasiya agahdariyê di nav welatiyan de
Ev biryar ne tenê di asta aborî de, lê di nava teqawidbûyan de jî bûye sedema tevliheviyê. Gelek ji wan heta niha nizanîbûnw ku foneke bi vî rengî heye. Teqawidbûyekî bi navê Mehdî Saleh got, "Min tenê dema ku min nûçe di medyayê de dît, ji hebûna fonê agahdar bûm. Di destpêkê de ez fikirîm ku hikûmetê teqawidiya me bi temamî betal kiriye, lê paşê ji min re gotin ku ev tenê mijareke rêxistinî ye.
Kêmasiya şefafiyeta ya saziya dewletê
Hewldanên ji bo bidestxistina agahiyên fermî derbarê fonê de bê encam mane. Malpera Wezareta Darayî beşeke taybet ji bo fonê veqetandiye, lê tevî ku 15 sal di ser damezrandina wê re derbas bûne jî, rûpelên wê vala ne. Ev rewş ne tenê ewlehiya darayî ya teqawidbûyan dixe xeterê, lê di heman demê de kêmasiyên di rêveberî û şefafiyeta saziyên dewletê yên Iraqê de jî radixe ber çavan.
Ev nivîs 63 car hatiye xwendin.




