Trump: Kujerê Charlie Kirk hat girtin

Trump: Kujerê Charlie Kirk hat girtin

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump, di bernameyeke televîzyonê ya zindî de ragihand ku gumanbarê kuştina aktîvîst û fenomenê medyaya civakî Charlie Kirk ê alîgirê wî, hatiye girtin.

Trump ji kanala Fox News a Amerîkî re got, “Bi îhtimaleke mezin, me ew kesê ku Kirk kuştiye girtiye. Her kesî karekî gelekî baş kir.” Trump got ku kesekî “gelekî nêzî wî, ew îxbar kiriye.

Çi bûbû?

Aktîvîst û fenomenê medyaya civakî Charlie Kirk, ku piştgiriyeke xurt ji bo Serok Donald Trump dikir û bi taybetî jî di nav ciwanan de populer bû, di 10ê Îlonê de li Zanîngeha Utah Valley rastî êrîşeke çekdarî hat. Kirk, dema ku li qadeke vekirî axaftinek dikir, bû hedefa guleyeke ku ne dihat zanîn ji ku derê hatibû.

Piştî êrîşê, Trump li ser hesabê xwe yê Truth Social a Amerîkî belav ragihandibû ku Kirk jiyana xwe ji dest daye. Piştre di hin nûçeyên medyaya Amerîkî de hatibû îdîakirin ku gumanbarek hatiye binçavkirin, lê demek kurt şûnde hatibû eşkerekirin ku ew kes ne gumanbarê êrîşê ye. Lêbelê, digel daxuyaniya herî dawî ya Trump, diyar bû ku kujer hatiye girtin.

Ev nivîs 80 car hatiye xwendin.