Du welatiyên Îsraîlî rastî hatin kêrkirin

Du welatiyên Îsraîlî rastî hatin kêrkirin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku êrîşkarekî li hola xwarinê ya hotêla li herêma Tzova ya nêzî Qudsê (Orşelîm) 2 Îsraîlî bi kêrê birîndar kirin.

Hate diyarkirin ku birîna yekî giran e û yê din navîn e. Hêzên ewlehiyê êrîşkar girtin.

Beşa xizmetê ya ambulansê ya Îsraîlê da xuyakirin, temenê her du birîndaran nêzî 40 salî ye û rakirine nexweşxaneyeke Qudsê.

Kanala 12 ya Îsraîlê ragihandiye, êrîşkar ciwanekî 28 salî ye, ji xelkê Şeifatê ye û kêr ji xwaringehê biriye.

Herwiha êrîşka gava êrîşê gotiye, "Allah Ekber" û êrişî kesên li holê kir. Kanalê eşkere kir ku parêzvanên ewlehiyê bêyî avêtina guleyan bi lez rewş kontrol kirin, ew kelepçe kirin û yekser lêpirsîn dan destpêkirin.

Ev nivîs 78 car hatiye xwendin.