Netanyahû: "Ev der ya me ye"

Netanyahû: "Ev der ya me ye"

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê, Benjamîn Netanyahû, bi daxuyaniyeke tund helwêsta hikûmeta xwe ya li dijî avakirina dewleteke serbixwe ya Filistînê dubare kir. Netanyahû di heman demê de projeyeke nû ya mezin ji bo avakirina bi hezaran xaniyan li nîşteecihgeha Ma'ale Adumim a li Şerîeya Rojava ya îmze kir û got, "Ev der ya me ye."

Di merasîma îmzekirina projeyê de, Netanyahû hûrgiliyên planê eşkere kir û got, "Ev proje dê bibe sedem ku nifûsa Ma'ale Adumim du qat zêde bibe. Di nava pênc salan de, dê 70 hezar kes li vir bijîn."

Netanyahû weha pê de çû: "Me sozeke din jî dabû. Me gotibû dewleta Filistînê çênabe. Bi rastî jî dewleta Filistînê çênabe, ev der ya me ye. Em ê xwedî li mîras, ax û ewlehiya xwe derkevin."

Ev nivîs 74 car hatiye xwendin.