Fermandarê CENTCOMê li Şamê bi Ehmed Şera re civiya

PeyamaKurd- Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku Fermandarê Giştî yê CENTCOMê Amîral Brad Cooper û Serokomarê qonaxa veguhêz ê Sûriyeyê Ehmed Şera li Koşka Serokomariya Sûriyê ya Şamê civiyan.
Di civîna ku Nûnerê Amerîka yê Sûriyê Tom Barrack jî beşdarî kir de, Brad û Şera, derbarê pêşeroja hevkariya di warên siyasî û leşkerî de, ji bo xizmetkirina berjewendiyên hevbeş û xurtkirina hêmanên ewlehiyê û aramiyê li Sûriye û herêmê gotûbêj kirin.
CENTCOMê diyar kir ku hevdîtin hewayeke erênî de derbas bûye û xwesteka hevbeş ji bo xurtkirina hevkarîya stratejîk û berfirehkirina kanalên ragihandinê di navbera Şam û Washingtonê de di astên cuda de hatine guftûgokirin.
Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.





