Li ser daxwaza Nifşa Z Karkî bû Serokwezîra Nepalê

Li ser daxwaza Nifşa Z Karkî bû Serokwezîra Nepalê

PeyamaKurd- Li Nepalê piştî gendelî û qedexekirina platformên medyaya civakî ji aliyê hikûmetê ve, gel daket kolanan û bûyerên tundûtujîyê rûdan ku 3 rojan zêdetir dom kirin. Di dema protestoyên Nifşa Z pêşengiya wan kir de, 51 sivîl ji aliyê polîsan ve hatin kuştin û serokwezîrê welêt îstîfa kir.

Nûnerên Nifşa Z Xwest

Sushila Karki, ku berê Serdozger bû Serokwezîra Nepalê.

Biryara tayînkirina Karki wek serokwezîra demkî, piştî rêze hevdîtinên di navbera nûnerên protestokarên nifşa Z û Artêşa Nepalê û Serokkomar Ram Chandra Poudel de hat dayîn.

Piştî hevdîtinan, daxwazên protestokaran ên ji bo fesihkirina parlamenê û tayînkirina Karki wek serokwezîrê demkî hatin qebûlkirin.

Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.