Li Îstenbolê kesekî hemparê xwe û xwe jî kuşt

PeyamaKurd – Li bajarê Îstenbolê li navça Başakşehirê 2 karsazên hevparên hev, li ser mesela deynê bi miqdarê 80 mîlyon TL yî munaqeşe kirin. Di encamê de ji hevparan yê bi navê Erdal Özlek li hevalê xwe ku hem hevparê wî bû, bi demançê li Hakan Selçuk Candar xist û kuşt. Paşî bi heman çekê xwe jî kuşt.
Li gor ragihandinê; li Başakşehirê di navbera her dû karsazên navborî de li ser 80 milyon TL yê munaqeşe dikin. Erdal Özlek (44), do diçe taxa Şahintepe kolana Muratdere Çarşiya Xidayê cem hevparê xwe Hakan Selçuk Candar (58). Piştî demekî dengê sîlih tê û polîs bi tîmên tenduriitiyê ve diçin ciyê bûyerê.
Di encamê de dibînin ku Candar bi çekê hatiye kuştin û Özlek jî bi heman çekê xwe kuştiye. Her dû hevpar bazirganiya penêr dikirin û demekî dirêje di navbera wan de arîşa pera hebûye.
Cenazên her dû hevparan dibin dezga Tib a Edlî ji bo otopsiyê.
Ev nivîs 66 car hatiye xwendin.




