Li Haitiyê di êrîşa çeteyan de 42 kes mirin

Li Haitiyê di êrîşa çeteyan de 42 kes mirin

PeyamaKurd – Li Bakûrê bajarê Port-au-Prince ya Haitiyê, çeteyan avêtin ser gundekî masîvanan û di êrîşê de herî kêm 42 kesan kuştin ku di nava kuştiyan de zarokekî 4 salî jî heye. Rayedarên rêvebiriya cîh ragihandin ku mudaxeleya hukumetê pêwiste û divê bilez be jî.

Rayedarê hukumeta cîh Joseph Louis Baptiste li ser êrîşa çeteyan ya ku di serê heftê de destpêkir daxwuyanî da radyo ya Caraibesê. Baptiste, encama bûyera li jorê ragihand û got ku êrîşên çeteyan hêjî dewam dikin û pêwiste hêzên dewletê mudaxeleyê bûyerê bikin.

Baptiste got ku bûyer li ser kuştina serokekî çeteyan dewam dike, polîs û sîvîl dixebitin da êrîşên çeteyan rawestînin.

Ev nivîs 74 car hatiye xwendin.