Zanyar daxwuyanî dan: Çima zekem bandorê bêhtir li mirovên pîr dike?

PeyamaKurd – Lêkolînên zanyarî yên li Çînê û Îngîltere piştî encama lêkolînên xwe yên li ser zekemê (persiv=grûp) ragihandin ku zekem ne tenê ji ber berxwedana bedena mirovên pîr qelse, li wan bêhtir bandorê dike lê di pişika wan de proteina ApoD ji ber zêde dibe, bi zekemê dikevin û zekem bandorê li wan dike.
Zanyar ragihandin ku piştî vê tesbîtê bêhtir dikarin bandora zekemê li ser mirovîn pîr kêm bikin û li gor wê jî derman bikin. Bi taybetî di mirovên temenên wan ji 65an zêdetirin, zekem bêhtir bandorê li wan dike.
Lêkolîn ji aliyê zankoyên Nottingham û Edinburghê û ji aliyê zankoya çandiniyê ya Çînê de hat kirin. Di encamê de gotin ku li gor gênca; di pişika pîran de asta proteina ApoD (apolipoprotein D) zêdeye. Zêdbûna proteine dike ku pişik qels bibe, nikare li hemberê vîrusê zêde di ber xwe bide û xesarê dide hucrên pişikê. Prof. Chang gotiye:
“Mirov dikare proteina ApoDyê di pişikê de kêm bike û pîran ji bandora zekemê biparêze. Ev kiryar dikare nûfûsa extiyar ji mirinê û nexweşînê biparêze.”
Ev nivîs 60 car hatiye xwendin.




