Li navça Qaraqoçanê zava bi demançê li xezûrê xwe xist

Li navça Qaraqoçanê zava bi demançê li xezûrê xwe xist

PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê li navça Qaraqoçanê (Karakoçan) zava û xezûrê xwe bi hevre munaqeşe kirin û zava bi demançê li xezûrê xwe xist û ew birîndar kir. Xezûr birin nexweşxanê û polîs ketiye pey zava da ew desteser bike.

Bûyer, li navça Qaraqoçanê li taxa Nû (Yenimahalle) di xaniyekî 2 qat de ber destê êvarê qewimî. Zava bi xezûrê xwe bi Süleyman B. (80) re munaqeşe kir û paşî bi demançê li her dû çîmên wî xist. Sedema munaqeşa wan nehat zanîn.

Süleyman B., birin nexweşxana dewletê ya Qaraqoçanê.

Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.