Projeya Ronakî ya elektrîka 24 saetî gihîşt gundên Duhokê

Projeya Ronakî ya elektrîka 24 saetî gihîşt gundên Duhokê

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku projeya Ronakî ya enerjiya 24 saetî gihîştiye gundên derdora Duhokê û êdî wê elektrîk bênavber bê dayîn.

Hêjayî gotinê ye, elektrîka 110 gundên derdora parêzgeha Duhokê bûye 24 saetî û li bajarkê Sêmêlê jî kar tê kirin ku, projeya Ronakiyê bigihîje wê derê jî û elektrîka wê jî bibe 24 saetî.

Cîgirê Birêveberê Giştî yê Elektrîkê li Duhokê Hazim Mihemed ji K24ê re gotiye, “Em niha li bajarokê Sêmêlê û deverên derdora wê dixebitin, paştir projeya Ronakiyê dê hemî deverên din jî vegire. Em pêşbîniyê dikin ku, karê me zûtir ji dema diyarkirî biqede, wekî ku çawa me karî qonaxa yekê jî ji dema diyarkirî zûtir biqedînin.”

Projeya Ronakiyê 27ê Adarê li bajarê Duhokê hat destpêkirin û dawiya meha Tebaxê ya îsal elektrîka tevahiya navenda wê bû 24 saetî.

Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.