Rûsya: Navber bo muzakereyên Kîev û Moskowê hate dayîn

Rûsya: Navber bo muzakereyên Kîev û Moskowê hate dayîn

PeyamaKurd- Berdevkê Koşka Kremlîn a Rûsî Dmitriy Peskov, ragihand ku danûstandinên aştiyê yên di navbera Rûsya û Ukraynayê de hatine rawestandin.

Berdevkê Koşka Kremlînê, Dmitriy Peskov, bersiva pirsên rojnamevanan ên derbarê rojevê de da û li ser pirsa gelo danûstandinên di navbera Rûsya û Ukraynayê de di bin bendê de mane, got: "Kanalên ragihandinê hene û dixebitin. Muzakereyên me derfetê didin ku bi van kanalan re têkilî deynin. Lê belê, belkî rasttir e ku mirov bibêje, niha navbereke demkî heye."

Peskov îşaret bi wê yekê kir ku welatên Ewropayê rê li ber danûstandinên aştiyê digirin û wiha pê de çû: "Aliyê Rûs amade ye ku rêya diyaloga aştiyane bişopîne. Lê herwiha rastiyeke ku Ewropiyan rê li ber vê yekê girtine heye. Ev ne sir e, herkes pê dizane."

Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.