Di galeriya madena kromê de hilweşandin çêbû û 2 karker di bin axê de man

Di galeriya madena kromê de hilweşandin çêbû û 2 karker di bin axê de man

PeyamaKurd – Li bajarê Denizliyê ku dikeve Anedolê li navça Acıpayamê di galeriya madena kromê de hilweşandin çêbû û di encamê de 2 karker di bin axê de man. Şansê her dû karkeran hebû ku heya heya navê di bin axê de mane.

Parêzgerê Denizliyê Ömer Faruk Coşkun li ser bûyerê axifî û got:

“Şukir kes nemir. 2 karker heya navê di bin axê de man lê jiyana wan ne di talûkê de ye. Xebatên rizgarkirina her 2 karkeran dewam dike.”

Bûyer, seet li dora 15.00an de li taxa Karaismailler di madena kromê de qewimî û sedema hilweşandina galeriyê nehat zanîn. Karkerên bi navên Hüseyin Turan û Ömer Duran, di bin axê de man.

Tîmên AFADê, îtfaiye û cendirmeyan dixebitin da karkeran ji bin axê derxin û tîmên tenduristiyê jî amade ne ku mudaxeleyê tenduristiya karkeran bikin.

Ev nivîs 70 car hatiye xwendin.