Îsraîl operasyonên xwe yên li Sûriyeyê kûrtir dike: Şaneyên girêdayî Îranê hatine girtin

Îsraîl operasyonên xwe yên li Sûriyeyê kûrtir dike: Şaneyên girêdayî Îranê hatine girtin

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku wan di encama operasyonên taybet ên li nav axa Sûriyeyê de, şaneyên ku rasterast ji aliyê Hêza Quds a Îranê ve dihatin birêvebirin, girtine. Li gorî daxuyaniyê, ev şane ji bo pêkanîna "êrîşên terorîstî" li dijî Îsraîlê amadekarî dikirin û hin endamên wan ji bo lêpirsînê bo Îsraîlê hatine veguhestin.

Berdevkê artêşê, Avichay Adraee, li ser hesabê xwe yê Xê hûrgiliyên operasyonan bi par ve kir. Adraee destnîşan kir ku hedefa sereke ya operasyonên meha dawî, yekîneya taybet a bi hejmara 840 a Hêza Qudsê bû, ku berpirsê operasyonên li derveyî Îranê ye.

Navê hin kesan hatin eşkerekirin 

Di daxuyaniyê de navên hin kesan jî hatin eşkerekirin. Hate gotin ku di navbera mehên Adar û Nîsanê de, du endamên vê yekîneyê yên bi navên Zîdan el-Tawil û Mihemed el-Kuryan li Sûriyeyê hatine girtin. Her weha hat îdiakirin ku Qasim Saeh el-Huseynî û Mihemed Şuayb ku meha borî li Lubnanê hatibûn kuştin, beşek ji heman torê bûn û di qaçaxçîtiya çekan de roleke sereke dilîstin.

Li gorî lêpirsîn ku bi kesên girtî re hatine kirin, Îsraîl îdia dike ku Hêza Qudsê bi rêya "bertîlên darayî" û "veşartina niyeta xwe ya rastîn" mirovan dixapîne. Adraee got ku gelek kesên ku hatine bikaranîn, nizanibûn ku ew rasterast ji bo Îranê dixebitin.

Weke beşek ji van operasyonan, artêşa Îsraîlê êrîş biriye ser kampên artêşa Sûriyeyê yên li rojhilatê welêt, ku li gorî îdiayan ji aliyê Hêza Qudsê ve dihatin bikaranîn. Adraee daxuyaniya xwe weha bi dawî kir: "Artêş û Şîn Bet dê operasyonên xwe yên bi biryar li dijî hemî hêmanên eniya Îranê bidomînin."

Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.