Qeter: Navbeynkarî wê berdewam bike, îdia derew in

Qeter: Navbeynkarî wê berdewam bike, îdia derew in

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê Mecîd El-Ensarî di daxuyaniya xwe ya ji bo Ajansa Nûçeyan a Qeterê (QNA) de diyar kir ku nûçeyên di çapemeniyê de derbarê vekişîna welatê wî ji navbeynkariya agirbesta li Xezzeyê ne rast in.

Ensarî diyar kir ku di danûstandinên dawî yên ku vê dawiyê hatin kirin de wan aliyan agahdar kirin ku eger lihevkirin çênebe ew ê bi awayekî demkî navbeynkariya di navbera Hemas û Îsraîlê de rawestînin.

Berdevkê Ensarî tekez kir ku Qeter wê ji nû ve xebatên navbeynkariyê yên di navbera aliyan de ji bo bidawîkirina şer û sivikkirina êş û azarên sivîlan ji ber şert û mercên giran ên mirovî li Xezzeyê destpê bike.

Ensarî got, "Dewleta Qeterê destûrê nade ku navbeynkarî weke amûreke şantajê bê bikaranîn."

Berdevkê Wezareta Karên Derva diyar kir ku dewleta Qeterê heta ku gelê Filistînê di sînorên sala 1967an da dewleteke serbixwe ya ku paytextê wê Qudsa Rojhilat e bi dest nexe wê piştgiriyê bide û meseleya Filistînê ji bo Qeterê girîngiyeke sereke ye.

Wî ragihand ku nûçeyên derbarê ofîsa siyasî ya Hemasê li Dohayê ne rast in û diyar kir ku armanca ofîsa li Qeterê ew e ku bibe kenaleke ragihandinê di navbera aliyên pêwendîdar de.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin