PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya Qeterê bi daxuyaniyeke fermî êrişên Îranê yên li dijî her sê welatên herêmê; Kuweyt, Behreyn û Urdunê bi tundî şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Qeter di her warî de bi temamî di nav piştgiriya van welatan de ye.
Wezareta Karên Derve ya Qeterê bal kişand ser encamên giran ên van êrişan û helwesta xwe wiha anî ziman:
Hat diyarkirin ku êrişên Îranê binpêkirineke eşkere ya mafên serweriyê yên Kuweyt, Behreyn û Urdunê û her wiha ya hiqûqa navdewletî ye.
Qeterê bang kir ku ji bo parastina herêmê ji encamên van êrişên neheq û ji bo vegerandina aramî û asayîşê di asta herêmî û navdewletî de, divê gavên bilez ji bo kêmkirina aloziyê werin avêtin.
Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku Qeter piştgiriya hemû wan pêngav û rênivîsan dike yên ku her sê welat ji bo parastina ewlehî û serweriya axa xwe pêk tînin.