Şamê êrîşên Îranê şermezar kir

Şamê êrîşên Îranê şermezar kir

PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê bi daxuyaniyekê êrîşên bi dron û moşekan ên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê û welatên Kendavê bi tundî şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku desthilata Şamê van êrîşan wekî binpêkirineke eşkere ya serweriya dewletan, peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) û hiqûqa navneteweyî dibîne.

Wezareta Sûriyeyê ragihand ku ev tevgerên çekdarî rasterast gefê li ser ewlehî û aramiya herêmê dixwin û diyar kir ku Sûriye hemû hewldanên ku aramiya navçeyê têk dibin red dike.

Herwiha Şamê bangî hemû aliyan kir ku rêzê li serwerî û yekparçeyiya axa dewletên cîran bigirin.