PeyamaKurd – Qîza serokkomarê berê yê Îranê qîza Haşimê Rafsancanî, Faîze Haşimî bi sedema di çalakiyên Îranê de destekê daye çalakvanan tê darizandin. Daraza yekem di 30 yê mijdarê de hatiye kirin. Rafsancanî di 27 ê êlûnê de xistibûn binçav. Ragihandinê parêzera Rafsancanî Nîda Şems di ser hesabê xwe yê Twitterê de kir.
Rafsancanî ji ber daxwuyaniyên xwe yên berê di zîndanê de ye. Parêzera wê Şems weha got:
“Roja çarşemê darizandina wê ya di dadgehê de hat kirin. Belge û dosyayên ku ji aliyê werzareta îstîxbaratê de hatine komkirin, ji aliyê dadger ve tê vekolîn. Rafsancanî ji ber sûcên xebatên li dijî dewletê aşkera an bi dizî, propogandeya li hemberê dewleta Îslamî, bi tevlîbûna çalakiyên li dij qanûnan û xerabkirina nîzama giştî tê darizandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin