DEM Parti bertekê nîşanî Kılıçdaroğlu da: “Esas em poşmanin ku me destekê da te”

DEM Parti bertekê nîşanî Kılıçdaroğlu da: “Esas em poşmanin ku me destekê da te”

PeyamaKurd – Serokê CHPê Kemal Kılıçdaroğlu do tevlî bernama zindî ya TV yekî bû. Bernamevan pirsekî li ser Selahattin Demirtaş jê pirsîn. Dema di meclisa Tirkiyê de, di dengdana ji bo rakirina parêzbendiya ser Selahattin Demirtaş de Kılıçdaroğlu û parlementerên CHPê di eleyhiya Demirtaş de dengên xwe dabûn.

Li ser pirsa ku Kılıçdaroğlu poşmane an ne poşmane ku deng dane da parêzbediya Demirtaş rabe, Kılıçdaroğlu got ku ewe poşman nîne.

Li ser vê axaftina Kılıçdaroğlu, ji terefê DEM Partiyê ji parlementerê bajarê Agiriyê Sırrı Sakık bersiva Kılıçdaroğlu hat dayîn. Sakık di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha got:

“Min dizanibû ew kiye û çiye û ji ber min ew aşkera kir, di wextê de min linç kirin. Te îftîra jî avêt ser min. Tu bi qederê poşman nebî, ew çend bê rûyî û tu duzenbazî. Esas, ji bo me destekê da te em poşman in. Me dengan da yekî weka te ku ti terefekî te rast nîne. Di jiyana min ya siyasî de xeta min ya herî mezin ku ez çûm û min ji bo te dengan xwest.”