Qralîçe daxwaza Boris Johnson qebûl kir

Qralîçe daxwaza Boris Johnson qebûl kir

PeyamaKurd- Hukumeta Brîtanyayê her çendîn heya niha dixwest ji Yekîtiya Awrûpayê derê, parlemento nedixwest û navê vê bûyerê bi navê “Brexit” ê tê zanîn. Li ser vê gengeşeya hukumet û parlementoyê serokwezîrê Brîtanyayê Johnson ji qralîçe Elizabeth xwest ku parlementoyê rawestîne. Qralîçe daxwaza Johnson qebûl kir û niha li bende ne ku di meha êlûnê de endamên parlementoyê ji tatîlê dagerin.

Li gor veya parlemento di navbera 9-12 ê êlûnê de, dê bê rawestandin û di 14 ê cotmehê de car din dest bi xebata xwe bike. Hedefa Johnson ew e ku di vê navberê de, bo Brexit ê parlemento nikaribe qanûn derbixe û pêşî lê bigre.

Muxalefeta Brîtanyayê bi taybetî serokê Partiya Karkeran Jeremy Corbyn nerazîbûna xwe aşkera kir û weha got:

“Li hemberê bêperwatiya hukumeta Johnson ez ketim nav dehşetê. Ev zordariye û bo demokrasiya me tehdîd e.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin