Rêveberiya nû ya Sûriyeyê bang li Amerîkayê kir: Divê ambargo bi temamî bên rakirin

Rêveberiya nû ya Sûriyeyê bang li Amerîkayê kir: Divê ambargo bi temamî bên rakirin

PeyamaKurd – Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Sûriyeyê (SANA), wezareta karên derve ya rêveberiya nû ya Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ambargoyên ku di serdema rêjîma Esed de hatine sepandin bi rûxandina rêjîmê re pûç bûne û niha bandoreke neyînî li gelê Sûriyê dikin.

Di daxuyaniye da hat gotin ku ji bo ku li Sûriyeyê istîqrar çêbibe, rêveberiya nû 6 meh miafiyeta ji alî Amerîkayê ve hatiye ragihandin, bi kêfxweşî  qebûl kiriye ku rê dide hin tevgerên enerjî û pereyan ji bo hêsankirina şandinê. alîkariyên mirovî ji bo hindirê Sûryiyê.

Wezareta Xezîndariya Amerîkayê ragihand ku ji bo gihandina alîkariyên mirovî ji Sûriyê re 6 meh miafiyet hatiye ragihandin ji bo ku hin tevgerên enerjî û şandina pereyan û her weha danûstandinên bi saziyên hikûmetê re.

 

 

Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.