Rêveberiya nû ya Sûriyeyê daxwaza HSDyê red kir

Rêveberiya nû ya Sûriyeyê daxwaza HSDyê red kir

PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê rêveberiya nû ya Sûriyeyê Murhef Ebû Kasra daxwaza Mezlûm Ebdî ya ji bo avakirina yekîneyeke taybet a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (DSG) di nava Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de red kir.

Wezîrê Parastinê yê rêveberiya nû ya Sûriyeyê Murhef Ebû Kasra diyar kir ku “Çênabe ku HSD avahiyên xwe yên taybet di nava pêkhateya artêşê ya berfireh a yekbûyî de biparêze.”

Ebû Qesra îro di daxuyaniya xwe de ya ji bo ajansa nûçeyan a Reutersê, Rêveberiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku bi wê yekê tohmetbar kir ku “Di vê mijara aloz de taktîkên derengxistinê sepandine.”

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mazlûm Ebdî diyar kiribû ku yek ji daxwazên wan “rêveberiya nenavendî” ye û gotibû, “HSD ji yekbûna bi Wezareta Parastinê re nabêje na, lê dixwaze weke blokeke leşkerî bimîne.”

Wezîrê Parastinê yê nû yê Sûriyeyê Ebû Kasra ev daxwaz red kir û got: “Em dixwazin di çarçoveya hiyerarşîk a wezaretê de di nava Wezareta Parastinê de cih bigirin. Di hilweşandina wan a leşkerî de pirsgirêk nîne. Lê belê ev nêzîkatiyeke rast nîne ku di nava wezaretê de weke bloka leşkerî ya serbixwe bimînin.”

Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.