Rêberê Durziyan: Em serxwebûnê dixwazin, rejîma niha ji ya Esed kujertir e

Dîroka Weşanê :
Rêberê Durziyan: Em serxwebûnê dixwazin, rejîma niha ji ya Esed kujertir e

PeyamaKurd- Rêberê ruhanî yê civaka Durziyên Sûriyeyê Şêx Hikmet El Hicrî ragihand: "Rejîma berê ya Sûriyeyê li dijî me tevgeriya, lê rejîma heyî kujertir e û dixwaze Durziyan ji holê rake."

Di hevpeyvînekê li gel rojnameya Îsraîlê Yediot Aharonot re, El Hicrî wiha axivî: "Komkujiyên li Siwêdayê qirkirin in û komkujiya dawî îspat kir ku em ji bo parastina civaka xwe nikarin xwe bispêrin kesekî din, ji bilî xwe.”

El Hicrî diyar kir: "Bihayê wê giran bû, lê ne bê feyde bû. Em li siberojekê digerin ku Durzî nebin qurbanî. Korîdoreke mirovî bi Îsraîlê re tune ye û ev yek wergirtina alîkariyê pir zehmet dike. Ne veşartî ye ku Îsraîl tekane welatê cîhanê ye ku bi awayekî leşkerî mudaxele kir û em ji qirkirinê parastin.”

El Hicrî got: "Têkiliya di navbera Îsraîl û Durziyên Siwêdayê de ne nû ye û demeke dirêj berî hilweşîna Esed hatiye çêkirin. Îsraîl dewletek e ku bi qanûnê tê rêvebirin. Ew di her peymaneke siberojê de garantorê me ye. Em xwe wek beşeke yekgirtî ya hebûna Dewleta Îsraîlê dibînin; em xwe wek baskekî dibînin ku bi Îsraîlê re tifaqek çêkiriye."

El Hicrî wiha pê de çû: "Îro bi rayedarên Şamê re tu têkiliya me tune ye. Heta Adara 2025an, hewl hebûn ku dewleteke sivîl bi destûreke dadperwer were avakirin, lê ew hewl hilweşiyan. Her kesê ku bi vê rejîmê re têkilî bike dê bibe sedema hêsankirina ketina cîhadîstan a nava axa wan.”