Rêberên Yekîtiya Ewropayê cara yekem li Şamê bi Ehmed Şera re civiyan

Dîroka Weşanê :
Rêberên Yekîtiya Ewropayê cara yekem li Şamê bi Ehmed Şera re civiyan

PeyamaKurd- Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Antonio Costa û Seroka Komîsyona YEyê Ursula von der Leyen, piştî hilweşîna rejîma Esed cara yekem serdana Sûriyeyê kirin û ji aliyê Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera ve hatin pêşwazîkirin.

Di hevdîtina ku li Koşka Gel a li Şamê pêk hat de, mijarên wekî hevkariya di navbera Sûriye û YEyê de, avakirina nû ya welat, îstîkrara herêmî û rewşa penaberên Sûriyeyî yên li Ewropayê hatin nirxandin.

Her du aliyan bal kişandin ser parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê û girîngiya berfirehkirina diyaloga siyasî ya ku xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyeyê dike.

Rêberên YEyê di peyamên xwe de destnîşan kirin ku piştî salên dirêj ên şer û tirsê, ketina rejîma Esed ji bo gelê Sûriyeyê hêviyek nû ye. Ursula von der Leyen diyar kir ku Ewropa amade ye ji bo jinûve avakirina Sûriyeyê her tiştê ji destê wan tê bike. Piştî hevdîtinên li Şamê, tê çaverêkirin ku şanda YEyê derbasî Lubnanê bibe û bi Serokomar Joseph Aoun re bicive.