PeyamaKurd – Google bi sedema bicihanîna rêkarên qerentîneya bo vîrusa koronayê, bi sepanên xwe yên nîşandana şûna mirovan, her kesî dişopîne û van agahiyan jî bi hikumetên dewletan re parve dike.
Rêveberê Google Mapsê Jens Fitzpatrick û Berpirsê Polîtîkayên Tenduristiyê yê Googleyê Karen DevSalva şopandina cihê mirovan li ser înternetê piştrast kirin ku wan agahiyan jî bi hikumetên dewletan re parve dikin.
Li gorî zanyariyan niha li 131 welatan Google li ser Google Mapsê xelkê dişopîne û liv û tevgerên wan ên rojane li gorî erdnîgariyê tomar dike.
Google vê yekê bi rêya bernameyên otomatîkî yên ser înternetê pêk tîne û agahiyên berhev dike jî bi hikûmetan re parve dike ango difiroşe wan.
Li gorî rêveberên Googleyê piştî destpêkirina şopandina mirovan a dema qerentîneya nexweşîna Covid-19, li gelek welatan hejmara tûşbûyên vîrusa koronayê daketiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin