2 Amerîkayî bi 200 Hûsiyên dîl hatin guhertin

2 Amerîkayî bi 200 Hûsiyên dîl hatin guhertin

PeyamaKurd – Li welatê Yemenê ji 200 Hûsiyan zêdetir di destê Erebistana Si’ûdiyê de dîl hebûn û 2 Amerîkayî di destê Hûsiyan de dîl bûn. Piştî hevdîtinan, Hûsî qebûl kirin ku her 2 Amerîkayiyan serbest berdin û Erebistan jî qebûl kir ku ji 200 kesên Hûsî zêdetir bi bedêla her 2 Amerîkayiyan berdin.

3 sale ku 2 hemwelatiyên Amerîkayê yên bi navên Sandra Loli û Mikael Gidada di destê Hûsiyan de dîl bûn û niha serbest hatin berdan.

Hat ragihandin ku Sandra Loli xebatkara alîkariya miroviye û Gidada jî karsaz e. Asîstanê serokê Amerîkayê yê Trump, Kash Patel ragihand ku bi sedema tenduristiya Loli baş nîne zû tevgeriyane û li gor peymana ku hatiye kirin, wê bo Yemenê alîkariya tenduristiyê bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin