PeyamaKurd - Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di çarçoveya dorpêça deryayî ya li dijî Îranê de, rêyên 142 keştiyên bazirganî hatine guhertin û heta niha 9 hatine rawestandin.
CENTCOMê diyar kir ku dorpêç berdewam dike da ku pêşî li her bazirganiya neqanûnî bigire ku dikare xizmetê ji bernameyên leşkerî yên Tehranê re bike.
Roja Yekşemê, 14ê Hezîrana 2026an, CENTCOMê wêneyek keştîya şer a USS Milius li ser hesabê xwe yê fermî li ser platforma medyaya civakî X parve kir.
Hat gotin ku keştiya şer ku li herêmê dixebite, erkên xwe yên misogerkirina ewlehiya avên herêmê û sepandina dorpêça deryayî ya li dijî Îranê pêk tîne. CENTCOMê destnîşan kir ku personelên li ser keştiyê bi berdewamî rewşê dişopînin da ku pêşî li binpêkirinên gengaz bigirin.
Li gorî daneyên herî dawî yên CENTCOMê, heta 14ê Hezîranê, hêzên Amerîkayê rêyên 142 keştîyên bazirganî yên ku li gorî talîmatan tevdigerin û dorpêçê binpê nakin, guhertine.
Di bersivê de, neh keştiyên ku rêzikname binpê kirin û hewl dan ku materyalên qedexekirî veguhezînin ji hêla hêzên Amerîkî ve hatin rawestandin û bêbandor kirin.