PeyamaKurd – Balafirên şer ên Amerîkayê li dorûbera Idlibê êrîş bir ser milîtanên cîhadî yên girêdayî Heyet Tehrîr Şamê (El Nûsra) û rêxistina girêdayî wê Hurras ed Dîn kir armanc.
Artêşa Amerîkayê êrîş piştrast kir û ragihand, êrîş li dijî rêbertiya baskê Sûriyê ya El Qaîdeyê hatiye kirin ku ji bo hemwelatiyên Amerîkî yên li herêmê û şirîkên wê gef bûn.
Rawengeha Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) jî da xuyakirin ku êrîşa esmanî li wilayeta Helebê hatiye kirin û 6 fermandarên cîhadî ji rêxistina Hurras ed Dîn (Pasavanên Olê) hatine kuştin ku di nav wan de du lîderên Tunisî, du Cezayîrî, yek Misrî û yek jî regez ji Sûriyê hebûye.
Rêxistina Hurras ed Dîn 1800 milîtanên wê hene û hem girêdana xwe ya El Qaîdeyê didomîne hem jî li Sûriyê di refên HTŞê de cî distîne. HTŞ ev demek dirêje e, piraniya devera Idlibê û hin herêmên Heleb û Hemayê kontrol dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin