PeyamaKurd – Piştî ku ji aliyên hinek hêzan ve veguheztina gaz û nefta Germiyanê bo Hewlêr û Dihokê hat astengkirin, bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî ji bo parastina kelgehên neft û gazê yên li Germiyanê polîs hatin erkdar kirin.
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed li ser pirsgirêka hatina gaza şil bo Hewlêr û Duhokê ragihand, li ser biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Polîsa Neft û Gazê bi parastina kêlgehên gazê li Germiyanê û karmendên kompanyayên vegueztina gaza şil hat raspardin.
Wezîrê Navxwe herwiha got ku wê hemû serpêç jî rûbirûyî yasayê bibin û bêne dadgehkirin.
Îro 3yê Sibatê qeymaqamê navçeya navendî ya Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd ragihand ku pirsgirêka gazê hatiye çareserkirin û dê li nav taxan bê belavkirin.
Hêjayî gotinê ye, ev di demeke hêzeke çekdar li nêzîkî navçeya Kormor a Çemçemalê rêgirî li tankerên veguheztina gaza şil dike û rê nade gaz wek pêwîst bigihe Hewlêr û Duhokê ku gelek bertek bo wan hêzan hatibû nîşan dan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin