Yekîneyên Berxwedana Sengalê bûn besek ji Hesda Esayîrî

Yekîneyên Berxwedana Sengalê bûn besek ji Hesda Esayîrî

PeyamaKurd –  Di çarçoveya rêkeftina bi berpirsên Iraqê de, Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) baregehên xwe li Şengal û Sinûnê radestî polîs û firqeya 20 a Iraqê kirin û bûn beşek ji Heşda Eşayîrî ya fewca 80.

Li gor zanyariyan, baregehên YBŞê ên fermî radestî Iraqê hatin kirin. YBŞ bi vê biryarê 2-3 kîlometre ji bajar dûr ketin.

Çar lîwayên polîsê federalî hatine sînorê Şengalê û li gor gotina Parêzgarê Mûsilê, biryar e hêzeke din jî bê Şengalê û Hêza Dije Teror li nava bajar bicih bibe.

Nêzikî 700 endamên asayişa ser bi YBŞê ve, niha li Şengalê mane û hê negihîştine rêkeftinê û baregehên xwe radestî polîsê federal û artêşa Iraqê nekirine.

Li aliyê din li gor rêkeftinê, wek xala sêyem, biryar hate dayîn hefteya bê, kargêriyeke nû bo Şengalê bê danîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin