Li Efrînê sivîlekî 27 salî hat revandin

Li Efrînê sivîlekî 27 salî hat revandin

PeyamaKurd – Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji sala 2018an ve hatiye dagirkirin, komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve revandin, dizî, talan, kuştin û binpêkirinên mafên mirovan berdewam dikin.

Hat ragihandin ku herî dawî çekdaran li gundê Şitka yê navçeya Mabata ya Efrînê welatiyekî bi navê Kanîwar Kemal Reşîd (27 salî) revandine ku zewicî ye û bavê 3 zarokan e.

Li gorî çavkaniyên herêmê çarenivîsa Kanîwar Kemal Reşîd ê revandî hê nediyar e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin